Şerê li Rojhilata Navîn mezin dibe

Îsraîlê di roja 12'emîn a şer de êrişeke "berfireh a mezin û hevdemî" li dijî Îran û Beyrûdê da destpêkirin. Îranê jî diyar kir ku êriş biriye ser baregeheke deryayî û midûriyeta îstîxbaratê ya leşkerî ya Îsraîlê.

Şerê ku piştî êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) a li ser Îranê destpê kir, li herêmê belav dibe. Şer bandorê li gelek welatan dike.

ÎSRAÎLÊ ÊRIŞÊN HEVDEMÎ LI DIJÎ ÎRAN Û BEYRÛDÊ DA DESTPÊKIRIN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li hemberî Îranê û paytexta Lubnan Beyrûdê dest bi "êrişên hewayî yên mezin, berfireh û hevdemî" kiriye. Berdevkê Erebî yê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got, êriş li ser "binesaziya leşkerî ya rejîma Îranê" li seranserê Îranê hatiye kirin.

Adraee her wiha diyar kir ku binesaziya Hîzbûllahê li Lubnanê hatiye bombekirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, ji serê vê sibehê ve sê êrişên cuda yên hewayî hatin kirin. Êriş li taxa Abiad û derdora rêya bejahî ya Hadi Nasrallah hate kirin.

KATZ: ÊRIŞ WÊ BÊYÎ DEMEKE DIYARKIRÎ DEWAM BIKE

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî ragihand ku operasyona leşkerî ya li ser Îranê "bêyî sînorekî xwe yê demê hebe" wê dewam bike. Katz anî ziman ku êriş li dijî kapasîteya leşkerî ya Îranê ye.

ÎRAN: LI BAREGEHA DERYAYÎ Û ÎSTÎXBARATA LEŞKERÎ YA ÎSRAÎLÊ HATE XISTIN

Artêşa Îranê jî ragihand ku wan li hin hedefên leşkerî yên li Îsraîlê xistine. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê televîzyona dewletê ya Îranê ve hate ragihandin, navenda îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê, navendên çavdêriya radarê û baregeheke deryayî ya li Hafyayê ji hedefên êrişê bûn.

Artêşa Îranê diyar kir ku êrişan ji serê sibehê û pê ve dewam kirin.

ÎRAN: KEŞTIYÊN DYE Û ÎSRAÎLÊ YÊN LI HURMUZÊ 'HEDEFA REWA' NE

Îranê her wiha DYE û Îsraîl sûcdar kir ku li Tengava Hurmuzê li ambûlanseke deryayê xistiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku keştiyên DYE, Îsraîl û hevalbendên wan ên ji Tengava Hurmuzê derbas bibin wê weke "Hedefa rewa" bêne dîtin.

Di daxuyaniya artêşa Îranê de hate gotin, wê nehêlin ku lîtreyeke bi tenê ya petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas bibe.

ÎRAN: LI BAREGEHÊN DYE'YÊ YÊN LI KÛWEYT Û BAHREYNÊ HATE XISTIN

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku di roja 12'emîn a şer de li baregehên leşkerî yên DYE'yê yên li Kûweyt û Bahreynê xistin.

Hate ragihandin ku baregeha li Bendergeha Mina Salman a ji bo Fîloya Pêncemîn a DYE'yê ya li Bahreynê krîtîk e, bi drone û fuzeyan hatiye bombekirin.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê her wiha îdîa kirin ku baregeha Camp Patriot a li Kûweytê jî hatiye bombekirin û xisareke giran li navendên leşkerî yên DYE'yê bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, yek ji baregehên girîng ên DYE'yê yên li bakurrojavayê Bahreynê, kampa Buehringê jî hatiye bombekirin.

YEKÎTIYA EWROPA PÊKANÎNÊN NÛ LI SER ÎRANÊ FERZ KIR

Li aliyê din, Yekîtiya Ewropayê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan biryar da ku pêkanînên nû li ser 19 rayedar û saziyên Îranê ferz bike. Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas anî ziman ku biryar peyameke xurt a li hemberî rêveberiya Tehranê ye.

ÎSRAÎLÊ BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KIR: MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ WEKE 'RÊXISTINA TERORÊ' RAGIHÎNE!

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku Muxafizên Şoreşê yên Îranê weke "rêxistina terorê" ragihîne.

Saar îdîa kir ku rêveberiya Îranê gefeke yekser li ser ewlekariya herêmî û navneteweyî ye û divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Îranê şermezar bike.

DYE'yê beriya niha Muxafizên Şoreşê yên Îranê weke 'rêxistina terorê" pênase kiribû. Yekîtiya Ewropayê jî meha Çileyê piştî tepisandina protestoyên li Îranê biryareke bi heman rengî dabû.